Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Nav 370 Komelên Li Tirkiyê Hatî Girtin de bi Dehan li Amedê ne


Bi biryareka nû ya Wezareta Karê Navxwe, li 39 bajarn deriyê 370 komeleyan li Tirkiyê hatin mor kirin

Wezaret dibêje peywendiya van komleyan bi rêxistinên FETO, PKK,DAİŞ û DHKPC yê ve hene.

Wezareta Karê Navxwe destnîşan dike 190 komele bi PKKê/KCKÊ re; 153 komele bi FETO'yê re; 19 DHKPC; 8 jî bi DAİŞê di pewyendiyêde ne.

Komela Nivîskarên Kurd, Komela Xizmên wundayên Mezopotamyayê (Meyader) Komela Koçê (Goçder), Komela Navenda Çanda Dîcle û Feratê,

Komela Jinên Azad jî di nav de 47 komele di çarçova vê biryarê de hatin girtin.

Yek ji komeleyên ku li Amedê hate girtin, Komela Nivîskarên Kurd e. Ev komele jî bi armanca pêşbirin û xurtkirina edebiyata Kurdî di sala 2004’an de hatibû avakirin.

200 endamên komelê hene ku gelek ji wan endamên PEN'a Navnetewî ne jî.

Hevserokê Komelê nivîksar Reşo Ronahî got bi hiceta ku komela wan bi PKKê re di peywendiyê de ye, hibo sê mehan hatiye girtin.

Hevserokê komelê got "AKP piştî 15ê Tirmehê politiqayên zor û zordariyê li ser Kurdan da destpêkirin û derbeyek sivîl pêk anî. Bi girtin û morkirina komleyen dewlet nikare bîr û baweriya kurdan li pişt deriyê morkirî bihêle."

Komela Navenda Çanda Dicle û Firatê ya ku di sala 2003î de hatibû avakirin deriyê wê jî jibo sê mehan hat morkirin.

Li navendê di warê hunerê de muzik, dans, sinema, wêne, Şano perwerdehiya hunerî didan zarok û ciwanan.

Rêvebirê komelê Ahmet İlmaz da zanîn polêsan tu hicet nîşan nedaye. Herwiha daxuyakirin derî were morkirin jî ew xebatê xwe nadin rawestandin.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:10 0:00

Raporta Zozan Yaşar di heman derbarê de

Raporta Zozan Yaşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:09 0:00

XS
SM
MD
LG