Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Mûsilê Şerekî Giran Encam Dide


Xwekujekî Daiş bi otombêleke bumbekirî îro şemiyê êrîşî hêzên Îraqî yên taybet kir li bajarê Mûsilê û şerekî giotan derket hole li bakurê bajêr.

Êrîşa sibehê zû li taxa Qadîsiye, ku hêzên Îraqî doh derbasê bûbûn hat berî pêleke gullebaranê û avêtina topên hawn û rokêtan, li gor berpirsên Îraqî.

Şer her wiha li taxa Arbajiya lidarbû, li gor berpirsên ku nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Hêezên leşkerî yên Îraqê jimara kuştî û birîndaran ranagihînin, lê tîmên saxlemiyê yên li ser erdê bal kişandin ser bidehan kuştî û birîndar ji dema destpêkirina oprasyona rizgarkirina bajêr ve di 17 meha borî de.

Hêzên taybetên îraqî demekê berê vê mehê derbasî Mûsilê bûn û li aliyê rojhilata bajêr hin pêşketin bidestxistin, lê pêşketinên wan lawazbûn dema ew bêhtir ber bi taxên sivîl ve çûn.

XS
SM
MD
LG