Lînkên eksesibilîtî

Du Firokên Şer Xaleke Vekolînê li Efrînê Bumbebaran Dikin


Afrin

Afrin

Îro yekşemê demjimêr 8:15 sibehê du firokeyên şer ku ta niha nasnameya wan ne diyare çeperê kontrolê ya gumrig û asayîşê li gundê Xezawiyê yê girêdayî navçeya Şêreea li Efrînê, bumbebaran kirin.

Di encamê de ta niha 8 kesan jiyana xwe ji destdane, di nav wan de sivîl û karmendên gumrigê hene.

Herwiha derdora 60 kes birîndarbûn, ku hatine veguhestin bo nexweşxaneya Avrîn.

Firokeyêna bi 8 muşekan çeper ji xwe re kirin armanc.

li gor hin birîndaran, firokên şer ji aliyê navçeyên bin destê rêjîmê ve hatin û ew dibêjin renge ew Rûsî ne.

Tê zanîn, çeperê Xezawiyê yê kontrolê navbera Efrînê û herêmên bin kontrola Cebhet el-Nusra de ji aliyê Darit Izê ve, bi hezaran otombêlên bazirganiyê û xelkê koçber têra derbas dibin.

XS
SM
MD
LG