Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê 310 Kesayetiyên Hêzên Deryayî ji Kar Dûr Dixe


Wezareta berevaniya Tirkiyê 310 kesayetiyên leşkerî ji kar dûrxistin wek parek ji vekolînên berdewam ên li dor aliyên berpirsiyar di ber kudetaya têkçûyî ya tîrmehê de.

Wezaretê di twîtekê de îro yekşemê got karê 168 efser û 123 kesên ne fermî hat daliqandin ji hêzên deryayî, di demekê de ku 15 efser û 4 kesên ne fermî yekser hatin bidûrxistin.

Tê zanîn 4200 kesayetiyên leşkeri hatin dûrxistin ji dema kudetayê de, k udi encama wê de bêhtirî 270 kes hatin kuştin.

Nêzîkî 37 hezar kes hatin girtin, bêhtirî 100 hezar ji kar hatin dûrxistin ji karên hikûmetê,170 dezgehên ragihandinê hatin girtin, û bi dehan rêxistinên û kar hatin girtin bi gumana girêdana li gel tevgera Fethullah Gulen, ku tirkiyê wê bi rêvebirina kudetayê tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG