Lînkên eksesibilîtî

Di Serdana Dawî de Obama Pêgirîya Amerîka ji Ewrupa re Radigihîne


Serok Obama û hevtayê wî Prokopis Pavlopoulos li Atîna

Serok Obama û hevtayê wî Prokopis Pavlopoulos li Atîna

Serokê Amerîka Barack Obama îro Sêşemê li Yunanistanê bû ku pêgirîya Amerîka ya ser endamtîya NATO ji rêberên Ewrupî re dubare bike.

Serokê hilbijartî Donald Trump di dema kempeyna hilbijartinê de rexneyên giran li NATO kiribû û dîyar kiribû ewê pêdaçûnê li ser peywendîya Amerîka bi NATO re bike.

Obama li Yunanistanê da zanîn ku Trump li Qesra Sipî ji wî re got ku ew dixwaze peywendîya stratejîk ya Amerîka bi NATO re bidomîne.

Obama got ku hebûna NATO gelek pêdivî ye û di vê qonaxa guherîna desthilatê li Amerîka jî, peywendî bi berdewamî dimeşin.

Serok Obama herwiha behsa kêşeyên dawî li Ewrupa kir û bal kişand ser girîngêya wê parzemînê.

"Em bawer dikin ku Ewrupayeke xurt, dewlemend û yekgirtî ne tenê bo gelê Ewrupî, lê bo hemî cîhanê û bo Amerîka baş e," Obama ji Serokomarê Yunanî Prokopis Pavlopoulos re got.

XS
SM
MD
LG