Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bikaranîna Çekên Kîmyawî li Sûriyê


Imran Mensûr û Ferhad Baqir
Imran Mensûr û Ferhad Baqir

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) û Neteweyên Yekgirtî dibêjin hikûmeta Sûrî û Daiş herduyan jî çeken kîmawî di şerê Sûriyê de bikaranîne.

Hikûmeta Sûrî vê tawanê red dike û hevalbenda wê Rûsya daxwaza belgeyan dike li dor bikaranîna çekan û soz dide ku dê nehêle çi ceza li ser hikûmeta Sûriyê bêne sepandin.

Eger em bidin berçavan ku Daiş rêxistineke terorîste û çi riyên yasayî nînin wan rawestînin an ceza bikin, gelo cezakirina hikûmeta Sûriyê ta kîjan astê mumkine.

Vekolerên navnetewî çawa dikarin li ser erdê belgeyan komkin û rastiyê diyar kin, di demekê de ku tîmên alîkariyên mirovahî nikarin derbasî navçeyên şer bin.

Ta kîjan radeyê siyaset tevlî pîvanên yasayî bûye di rewşa Sûriyê de.

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:

Ferhad Baqir, endamê komeleya parêzerên Kobaniyê ku li Tirkiyê dimîne û parêzer Imran Mensûr ku li Fransa dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:41 0:00

XS
SM
MD
LG