Lînkên eksesibilîtî

Nexweşxaneyên Rojhilata Helebê Hemî bê Xizmet in


Piştî çend rojên êrîşên esmanî yên giran li aliyê rojhilata bajarê Helebê, hemî nexweşxaneyên wan navçeyan bê xizmet mane, li gor rêvebirên saxlemiyê li wir.

Berpirsekî opozisyonê di daxuyaniyeka ku ji bo ajansa Reuters re hatibû şandin de, got:

"Hilweşandina bingehên sereke yên jiyana xelkê dorpêçkirî, di nav de jî zarok û jin û pîr, wan bê dermankirin rastî mirinê dike.”

Lê çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye, got hin ji wan nexweşxaneyan hîn kar dikin lê ji ber topbarana giran xelk ditirsin wan bikarbînin.

Çavkaniyên tenduristî, rûniştvan û serhildêrên li rijhilata bajêr dibêjin nexweşxane di van rojên dawî de bi êrîşên esmanî û bermîlên bumbekirî hatin hilweşandin.

Tê zanîn, roja sêşemê artêşa Sûrî û hevalbendên wan careke din dest bi êrîşên esmanî kirin li aliyê rojhilata Helebê piştî ragirtina wan bo çend hefteyan.

XS
SM
MD
LG