Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Agir bi Navendeka Koçberan Dikeve û 123 Koçber jê Direvin


Wezareta navxweyî ya Tirkiyê dibêje 123 koçberên ku li Stenbolê hatibûn girtin li navendeka amadekirina wan bo vergerandina welatên wan, reviyan piştî tevliheviyeka ku agirekî li navnedê encamp da.

Wezaretê îro şemiyê di daxuyaniyekê de got agir ji aliyê hin koçberan de hatibû dadan.

Desthiladaran 20 ji wan girtin û hîn vekolîn li dor yên mayî berdewam in.

Sê kesên biyanî ku piştî agir hatibûn veguhestin bo nexweşxanê di rewşeke tenduristî baş de ne.

Vekolîn li gel karmendên ku madeyên tên şewitandin derbasî navendê kiribûn dibin.

Ajansa dewletê ya nûçeyan Anadol dibêje piraniya koçberan ji Afghanistanê û Pakistanê bûn.

XS
SM
MD
LG