Lînkên eksesibilîtî

Hêzên Îraqî li Rojhilata Mûsil Pêşdikevin


Komandarekî Îraqî mezin îro yekşemê got hêzên Îraqî berdewamin di pêşketinên xwe de bo navenda bajarê Mûsilê li dijî çekdarên Daiş, lê ew pêşketin hinekî giran dibin bi sedema gulleyên sekvanan û bumbeyên xwekujî û her wiha xemên li dor aramiya sivîlan.

General Sami al-Aridi ji ajansa Associated Press re got hêzên wan li navçeyên rizgarkirî malan vedikolin û li çekdarên Daiş û erebeyên bumebekirî digerin.

Wî got hêz li van navçeyan rastî sekvan û hawnan dibin.

Komandarekî Îraqî din, general Haidar Fadel, got êrîşkerekî xwekuj ku xwe di malekê de veşartibû, doh hewilda erebeya xwe ber bi hêzên Îraqî de bajo li taxa Tahrir.

Wî got êrîşker hate kuştin û teqemeniyên wî hatin jikarxistin, lê erebeya wî bi malekê de teqiya, ew hilweşand, 4 kes kuştin û 4ên din birîndarkirin.

Hêzên Îraqî li rijhilata Mûsilê îro yekşemê taxa al-Zohour dorpêç dikin, ku derdora 8 km dûre ji navenda bajêr.

XS
SM
MD
LG