Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Hîvîdare Piştevanîya Trump Dewam Bike


Wezîrê derve yê Îraqê got, şerê dijî çekdarên komela dewleta Îslamî bo kontrol kirin bajarê Mosîl pêşveçûnan bidest dixe û baştire ji ewa çaverê dihate kirin.

Îbrahîm el-Caferî herwesa got, zehmete bête zanin ka çend ev şere wê dewam bike lê pitir ji 1000 çekdarên Daeşê hetine koştin û 650 çekdarên din hatine girtîn.

Piştî kombûna digel wezîrê derve yê Eîmania Frank-Walter Steinmeir wezîrê derve yê Îraqê gote rojnamevanan”nişanên baş derbarî encamên oprasyonê hene, helbet divî şer dewam bike û hevgirtîna hêzên Îraqê û hêzên hevpeymanan bandura here girîng liser şer heye. “

El-Caferî herwesa gote rojnamevanan, ew bihivîye piştgîrîya serokê nû yê Amerîka Donald Trump di şerê dijî çekdarên Daeşê bo Îraqê wê berdewam bike.

Wezîrê derve yê Îraqê got, Îraq bi tevlibûna Tirkiye di pirsên herêmê da qayil nebe.

Tirkiye nerehete derbarî beşdarbûn çekdarên Şia digel leşkerê Îraqê di şerê azad kirin Mosîl da ko dibe çekdarên Şia tolhildanê dijî Turkmanên Sone li Tal-aferê pêkbine.

Wezîrê derve yê Elmania got, zor girnge pêgirî bi rêkeftînê heba ko Mosîl ji aliyê hêzên Sona ve hatiba azad kirin ne ji aliyê çekdarên Sia ve.

XS
SM
MD
LG