Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildêrên Sûrî li Helebê Nahêlin Xelk ji Navçeyên Bin Destê Wan Derkevin


Gurûpeka çavdêriyê roja sêşemê got serhildêrên Sûrî nahêlih bi dehan malbat ji aliyê rojhilata Helebê birevin, di demekê de ku hêzên hikûmetê bi piştgiriya Rûsya wan navçeyan bumbebaran dikin.

Serhildêrên opozisyonê dixwazin diyar bikin ku sivîl vegera bin desthilata hikûmetê red dikin.

Rûniştvanekî li taxa Şêx Meqsûd piştrast kir raporta çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye.

Hajj Mohammed al-Jasim ji ajansa Associated Press re got kesûnasên wî hewil dan ji taxa Bustan al-Başa derbasî tax Şêx Meqsûn bin ku di bin destê hêzên Kurdî de ye.

Al Jasim got hêzên YPG soz dan ku ew malbatên direvin li taxa Şêx Meqsûd vehewînin, an jî wan bi aramî derbasî bajarê Efrînê kin ku li bakurê Helebê ye.

Çavdêriyê ragihand ku 100 malbat çavlirêne derbasbin.

XS
SM
MD
LG