Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fidel Kastro Di Temenê 90î de Koça Dawî Dike


 Fidel Castro
Fidel Castro

Serokê berê yê Kûba yê komonîst Fidel Kastro, ku serkirdayetiya Kûba bo nêzîkî 50 salî kir, doh êvarî li Havana di temenê 90î de koça dawî kir .

Serokê niha Raul Kastro, birayê wî yê biçûk, ev yek li ser tifizyona fermî ragihand û got termê birayê wî dê roja şemiyê bête şewitandin.

Kastro Kûba kir yekem welatê komonîst li aliyê rojavayê yê gerdûnê, piştî ku serkirdayetiya şoreşa Kûba kir û serokê hilbijartî Fulgencio Batista di sala 1959an de ji ser desthilatê daxist,û wek Batsita ku bû dîktatorekî leşkerî, Kastro bû deshilatdarekî stemkar.

Wî hikumraniya Kûba kir wek serokwezîr ji sala 1959 ta 1976 û piştre bû serok ji sala 1976 ta 2008.

Ew hate nasîn wek lehengê Sosyalîzmê li dijî Imperyalîzmê.

Kastro her wiha kar kir wek sekretêrê yekem ê partiya Komonîst a Kûba ji sala 1961 ta 2011an.

Wê demê, bi dehhezaran xelk bixêrhatina Kastro kirin di roja yekem derbasbûna wî ya Havana paytex, lê bihezaran jî ji bin deshilata dewleta polîsî ya komonîst reviyan û malbatên xwe li dû xwe hîştin. Gelekan ji wan jiyana xwe ji dest dan di hewildana derbasbûna Amerîka de.

XS
SM
MD
LG