Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Şer ên Tirkiyê Li Bakurê Sûriyê Bingehên Daiş Dikin Armanc


Syria-Turkey Border
Syria-Turkey Border

Leşkerên Tirkiyê îro şemiyê ragihandin ku firokên wan ên şer 12 bingehên Daiş li bakurê Sûriyê ji xwe re kirin arman, di demekê de ku serbazekî Tirk hate kuştin di pevçûnan de.

Tirkiyê û serhildêrên Sûrî operasyonekê birêve dibin ji bo dûrxistina Jîhadiyan ji ser sînor.

Ev yek her wiha tê piştî çend rojan ji êrîşeke esmanê ya hêzên hikûmeta Sûriyê roja pêncşemê ku sê serbazên Tirk kuştin.

Roja înê serokomarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan ew êrîş li gel serokê Rûsya Vladimir Putin guftûgo kiribû.

Pevçûn û êrîşên esmanî yên Tirkiyê, di 24 demjimêrên dawî de tên di çarçoweya operasyona metrala Ferat de ku armanc jê ewe derxistina Jîhadiyan û hêzên Kurdî ji ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê.

Serbazê Tirk di pevçûnekê de jiyana xwe jidestda di demekê de ku serhildêran navçeyek li bakurê Sûriyê Kontrol dikirin.

Ajnasa Anadol got her wiha sê serbaz di pevçûnan de birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye, 18 serbazên Tirk ta niha hatine kuştin di operasyona mertala Ferat.

XS
SM
MD
LG