Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî Taxeka Rojhilata Helebê Kontrol Dikin


Artêşa Sûriyê dibêje hêzên wan taxek li rojhilata Helebê kontrol kirin piştî 10 rojan ji êrîşên esmanî yên hikûmetê û Rûsya li wir.

Kontrolkirina taxa Henano hat piştî çend rojan ji pevçûnên giran di nav kolanan de.

Artêşê got hêzên wan bi temamî tax kontrol kirin li aliyê rojhilata bajêr.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got hêzên hikûmetê piraniya taxê kontrol kirin û got Henano ew yekem tax bû di sala 2012an de ket bin destê serhildêran .

Çavdêriyê got ji dema dubaredestpêkirina êrîşa li ser rojhilata Helebê ve, di 15 vê mehê de, 357 kes hatin kuştin li bajêr û derdorê.

XS
SM
MD
LG