Lînkên eksesibilîtî

Bavê Yarîzanê Footballê yê Tirk Hakan Sukur Tê Berdan


Ajansa Tirkiyê ya nûçeyan dibêje bavê yarîzanê berê yê footballê û parlemanterê partiya desthilatdar Hakan Sikur ji zîndanê hate berdan bo niştecîbûna neçar di mal de.

Ajansa Anadol dibêje Selmet Sukur doh înê êvarî hate berdan ji ber rewşa wî ya tenduristî lê ew dê bazinên elektironî di destê xwe ke û welat bicînehêle.

Di meha tebaxê de biryara girtina Hakan Sukur derket bi tawana ku ew “endamê rêxistineka leşkerî ya terorîst e. “

Piştre, bavê wî yekser hate girtin û sermiyanê herdûyan jî hat desteserkirin.

Sukur, ku hat ragihandin sala borî Tirkiyê bicîhîşt, wî li gel Tîmên Inter Milan û Galatasaray lîst û li asta Tirkiyê ya bilinda bû di yariyên navnetewî de.

Wî alîgiriya xwe bo Gulen bi awakî aşkere diyar kir û di sala 2013an de partiya AKP bicîhîşt.

XS
SM
MD
LG