Lînkên eksesibilîtî

Topbarana Daiş Li Mûsilê 16 Sivîlên Îraqê Dikuje


Berpirsên leşkerî û saxlemiyê dibêjin topbarana Daiş li ser navçeyên rizgarbûyî li bajarê Mûsilê 16 kesên sivîl dikuje.

Wan got termên wan 16 kesên ku şeva borî û îro zû hatin kuştin hatin veguhestin bo nexweşxaneyên leşkerî li rojhilata Mûsilê.

Berpirsan nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Li Mûsilê tîmekê ajansa Associated Press dibêje bidehan sivîl berdewamin di derketina ji navenda navçeyên bajêr de û hewil didin xwe bigihînin kampên bêşûnûwaran.

Ajnasa Penaberan a Neteweyên Yekgirtî, UNHCR dibêje 73 hezar Îraqê ji Mûsilê reviyan ji dema destpêkirina helmeta hikûmetê ya rizgarkirina bajêr di 17 meha 10an de.

XS
SM
MD
LG