Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Kurê Ayîndarekê Opozisyonê bi 6 Sal Zîndan Ceza Dike


Ajansa nîv fermî ya Îranê, Tesnîm ragihand ku kurê ayîndarê opozisyonê Ayatollah Hossein Ali Montazeri hate cezakirin bi 6 sal zîndan.

Raporta îro yekşemê dibêje dadgeha taybeta ayînî, Ahmed Montazeri cezakir li dor belavkirina wî tomara dengê bavê xwe ku têde bidarvekirina hezaran girtî şermezar kiribû li dawiya şerê Îran û Îraqê di sala 1988an de.

Li gor Tesnîm, biryara dadgehê îro yekşemê hate ragihandin û di 20 rojên bê de dikare bête redkirin ji aliyê parêzerê wî ve.

Bi sala, Ayatollah Hossein Ali Montazeri, ku di 2009an de koça dawî kir, desthilatdariya Îslamî ya Îranê tawanbarkiribû bi dîktatorîyeta bi navê Îslamê û li ser rexneyên xwe rijd ma piştî hilbijartinên serokatiyê di wê salê de ku cihê nakokiyan bûn.

XS
SM
MD
LG