Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Helebê Bi Sedan Kes Bo Navçeyên Bin Destê Hikûmetê Direvin


Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye, îro yekşemê got bi sedan welatî li bajarê Helebê reviyan navçeyên bin destê hikûmetê, di demekê de ku hêzên hikûmetê berdewamin di êrîşa xwe de li ser navçeyên bin destê opozisyonê.

Çavdêriyê got derdora 400 kes daxwaza penaberiyê kirin li taxa Mesakên Henano ku ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat kontrolkirin, û her wiha 30 malbat reviyan taxa Şêx Meqsûd ku di bin destê hêzên Kurdî de ye.

Medya dewletê ragihand ku bi sedan malbat ji navçeyên bin kontrola serhildêran derketin.

Tilfizyona dewletê doh şemiyê hin girteyên vîdyo belavkirin ku diyar dikin kombûna serbazekî li gelê malbata xwe piştî nêzîkî 5 salan, li gor raporta ku got malbat hatibû dorpêçkirin li taxa Mesakên Henano.

XS
SM
MD
LG