Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Êrîşî Hillary Dike li Dor Dubare Jimartina Dengan


Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump îro yekşemê êrîş birin ser Hillary Clinton li dor tevlêbûna wê ya hewlên dubare jimartina encamên dengdanan li sê wîlayetan.

Trump got Hillary di debateka hilbijartinan de gotibû ku pêwîste ew encaman bipejirînin, her çendî ew jê hez nekin jî.

Di helmeta xwe dirêj de,Trump ê komarî got sextekarî di hilbijartinan de dibin li dijî wî, û ew niha banga kandîda partiya Kesk Jill Stein jib o dubare jimartina dengan li wîlayetên Wisconsin, Michigan û Pennsylvania, wek pîlan binav dike.

Hêjayî gotinê ye Trump li van hersê wîlayetan biserket li beramber Clinton bi cudahiya 27hezar deng li Wisconsin, 12 hezar deng li Michigan û 68 hezar li Pennsylvania, û Stein rêjeya 1 ji sedî ji encamên van hersê wîlayetan wergirt.

Helmeta Clinton di vê derbarê de hîn çi bizav nekirine, û bawere ku dubare jimartina dengan dê encamê neguhêre. Lê bi sedan piştgirên wê jê daxwaz dikin ku tevlî hewlên Stein be li wîlayeta Wisconsin.

XS
SM
MD
LG