Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Navçeyaka Din a Serhildêran li Helebê Kontrol Dikin


Artêşa Sûrî dibêje wan navçeyeka din a serhildêran li rojhilata bajarê Helebê kontrol kirin.

Berpirsên leşkerî gotin wan bi temamî navçeya Jabal Badro xist bin destê xwe. Ew duyem navçeye di du rojan de dikeve biun destê hêzên hikûmetê.

Li gor raportan, çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got hîn derdora 250 hezar sivîl dorpêçkirî ne li rojhilata bajêr.

Malbat li wan navçeyan rastî kêmbûneka tund a xwarin û sûtemeniyê tên.

XS
SM
MD
LG