Lînkên eksesibilîtî

Şervanekî Amerîkî Di Şerî Dijî Daîşê Li Sûrîye Tê Koştin


Qomandarekî Kurdan ragehand, şervanekê xwebexş ko degel şervanên Kurdan şer dijî çedarên Daîşê li bakorê Sûrîye li roja Dûşemê hate koştin.

Hate zanin xwebexşê Amerîkî li bakorê bajarê Raqa hete koştin ko liwir hêzên Kurdan bi piştgirîya Amerîka şerê Daîşê dikin.

Qomandarê Yekinên Parastîna Gel koştina xwebexşê Amerîkî bo Dengê Amerîka piştastkir, lê zanyarîyên zêdetir diyar nelirin.

Hêzên parastîna gel YPG hêza sereke ye di hevpeymaniya QSD, ewa Amerîka piştgirîy a wan dike dijî çekdarên Dewleta Îslamî ya Daîş.

Herwesa karbidestê Kurda got, ew wê peywendîyê bi balyozxana Amerêka li Bexda dikin bo vegohastîna termê wî bo Amerîka.

XS
SM
MD
LG