Lînkên eksesibilîtî

Binali Yildirim: Em Xalên Dawî yên Guhertina Destûr Datînin


Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim roja sêşemê got partiya Desthilatdar a Tirkiyê AKP xalên dawî yên pilanên guhertina destûr datîne, ku dê li gor wan guhertinan desthilata serokomar di warê cîbecîkirinê de berferhtir bibe.

Yildirim got ew dê li gel oposizyona netewperest kombibin ji bo lihevkirinekê di vê derbarê de.

Ev bû demeke dirêje, Erdogan hewil dide destûrê biguhêre ji bo ku desthilata xwe bihêztir bike.

Ji bo wergirtina piraniyê di parlemanê de da karibin rêferandomekê li dor guhertinên destûrî bikin, APK pêwîstî bi piştgiriya Partiya MHP heye.

Hêjayê gotinê ye, ji dema têkçûna kudetaya leşkerî ve li dijî wî, Erdogan bi awakî bêhempa hêza posta serokatiyê bikaranî li bo pêkanîna daxwazên xwe.

XS
SM
MD
LG