Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewên Yekgirtî Hewil Dide Birîndaran ji Rojhilata Helebê Derxe


Jan Egeland
Jan Egeland

Berpirsên Neteweyên Yekgirtî huşdariyê didin ku sivîlên aliyê rojhilata bajarê Helebê di rewşeka mirovahî ya Xerab de ne.

Ew banga rawestaneka demkî ya şer dikin da derfetê bidin wan ku kesên birîndar ji navçeyên dorpêçkirî derxin û rê vekin ji derbaskirina xwarin û derman ji bo xelkê dorpêçkirî ku jimara wan li gor texmînan nêzîkî nîv milyon e li bajêr.

Tê zanîn bangên Neteweyên Yekgirtî gelek caran hatin paşguhxistin û rewşa xelkê dorpêçkirî xerabtir dibe û her wiha jimara nexweşên bê derman bilindtir dibe.

Nexweşxane li aliyê rojhilata kar nakin bi sedema êrîşên esmanî yên berdewam ji aliyê hêzên hikûmeta Sûrî ve bi piştgiriya hêzên Rûsî.

Rawêjkarê taybet ê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Jan Egeland, got bi kêmanî 400 kes bi awakî tund birîndarin û pêwîste di zîtirîn dem de ji wan navçeyan derkevin ji bo dermankirinê.

XS
SM
MD
LG