Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Tirkiyê li Hekarî 20 Şervanên Kurd Dikujin


Leşkerên Tirk îro şemiyê gotin wan li parêzgeha Hekarî 20 şervanên Partiya Karkerên Kurdistan PKK kuştin di demekê de ku hewildidan êrîşekê bibin ser bingehên leşkerî li wir.

Leşkeran got şervan ji bakurê Îraqê derbasî Tirkiyê bûn da êrîşî bingehên leşkerî kin.

Leşkeran çi agahiyên berferehtir nedan.

Tê zanîn rewş li başûrê rojhilata Tirkiyê ku piraniya wan Kurdin, rastî tundûtijiyê bûye ji dema hilweşandina agirbesta du sal û nîvan di tebaxa sala borî de.

PKK ku di lîsta terorê ya Tirkiyê, Yekîtiya Ewrupî û Amerîka de ye, sala 1984 dest bi şerê çekdarî kir li dijî hikûmetên Tirkiyê û ji wê demê ve bêhtirî 40 hezar kes hatine kuştin ku piraniya wan Kurd in.

XS
SM
MD
LG