Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xidir Ebdilkerîm: Heleb Bûye Qurbaniya NakokIyên Navnetewî


Şer û pevçûnên giran li bajarê Helebê berdewam dibin, bê ku tu hêvî hebe ji bo bidawîkirina vî şerê û di encaman de, bi hezaran ji niştecihên bajêr meşext û koçber bûne bê alîkarî û rewşa wan paşguh maye.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi çalakvanê mafên mirovan, Xidir Ebdilkerîm re kir da ku rewşa mirovahî li Helebê berçav bike û sedemên nedana alîkariyê ji wê re ron bike.

Birêz Xidir dibêje: Heleb bûye qurbaniya tevaya Sûrî û qelenekî mezin bide, ji ber hemî çekdarên rikberiyê ketine wir û rêjîm û Rûsiya jî li wir şerê wan dikin.

Her wiha jî Xidir anî ziman, ku karwan yan jî komikên alîkariyê nikarin derbasî bajêr bibin, ji ber rêjîma Sûrî û çekdarên rikberiyê rê rê nadin wan ku derbas bibin û jiyana wan herdem di bin tirsîdariyê de ye, ji ber wê tu kes naxwaze vê gavê pêkbîne.

Hevpeyvîna Xidir Ebdulkerim-12-3-16-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00

XS
SM
MD
LG