Lînkên eksesibilîtî

Jimara Kuştiyên Teqîna Meha Borî li Îraqê Dibe 92 Kes


Berpirsên Îraqî dibêjin jimara kuştiyên teqîna xwekujî ya roja 24ê meha borî ku ji aliyên Daiş ve bûbû, bo 92 kesan bilind bû di nav de 40 Îranî bûn.

Berpirsên nexweşxane û polîs îro şemiyê gotin 105 kesên din birîndar bûbûn di teqîna li benzînxaneyekê de li nêzîkî bajarê Hilla, li başûrê Bexdayê.

Jimara dawî ya kuştiyan diyar dike ku 19 kesên din hatine kuştin li beramber jimara ku berpirsan rojekê piştî teqînê ragihandibû.

Teqînê qerbalixeka welatiyên Şîiî ji xwe re kiribû armanc ku ji boneyeka pîroz a ayînî vedigeriyan mal.

Berpirsan bilindbûna jimara kuştiyan vegerandin negihîştina wan bo naskirina gelek termên ku bi awakî tund hatibûn sotin.

Berpirsan nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebûn.

XS
SM
MD
LG