Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Daxwaza Şandê Kenya Dike li dor Girtina 2 Welatiyên Îranî


Wezareta derve ya Îranê daxwaza balyozê Kenya kir li dor girtina 2 welatiyên Îranê li Kenya.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA îro şemiyê ev yek ji ser zimanê peyvdarê wezareta derve Behrem Qasimî ragihand ku dibêje divê Kenya bi rijdî li vê dozê binêre.

Seyid Nesrulla Îbrahîmî û Ebdulhuseyn Qolî Sefayî roja sêşemê hatibûn girtin di tirimbêleke dîplomasî de li Neyrûbî ya patext.

Herdû parêzer ji serdana zîndanekê vedigeriyan dema ew hatin girtin.

Wan rawêjkariyên yasayî didan du welatiyên Îranî ku hatine cezakirina bi 15 sal zîndan bi tawanên terorê.

Berpirsên Kenya ta niha şîrove nekirine çima wan Îbrahîmî û Sefayî girtine û tawanên wan çine.

XS
SM
MD
LG