Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îraqê Alîkariyên Mirovahî Digihîne Mûsilê


APTOPIX Mideast Iraq Mosul
APTOPIX Mideast Iraq Mosul

Hikûmeta Îraqê îro yekşemê bi kemyûnan barên xwarin, sûtemenî û av şandin ji bo rûniştvanên herêmên ji bin destê Daiş rizgarkirî li bajarê Mûsilê, di demekê de ku şerekî giran dibe di navbera hêzên Îraqî û çekdarên Daiş de dibe û xelk bêhtir jê direvin.

Berpirsê alîkariyan di wezareta koç û koçberan de Diaa Sallal, ji ajansa associated Press re got alîkariyê hatin şandin bo bajarokên Bartella û Qayara li rojhilat û başûrê Mûsilê û her wiha taxên Ekhaa yekem û Ekhaa duyem.

Pêwendî li gel Sallal bi riya telefonê bû li herêma Kurdistana Îraqê û çi agahiyên berferehtir nedan.

Tê zanîn hikûmetê meha 10 helmeta rizgarkirina Mûsil ji bin destê Daiş destpêkir.

Di encama şer de xizmetên bingehîn, di nav de jî, ava paqij kêmbûn, li gor berpirsên Îraqî û yên Neteweyên Yekgirtî.

XS
SM
MD
LG