Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Qurbaniyên Rûdana Agirê Kargehekê li Kalîfornya Dibe 24


Tîmên rizgarkirinê ta niha 24 term ji bin kavilên kargeheka bajarê Oakland ê wîlayeta Kalîfornya derxistine, piştî pêketina agir, di dema ahengeka dawiya hefteyê, li gor desthilatdaran.

Ray Kelly, peyvdarê serokê polîs li navçeya Alameda got pêşbîne ku jimara miriyan bilindtir bibe.

Berpirsên agirkuj ev rûdan wek mirdartirîn rûdan di dîroka bajêr de binav kirin, wan di 12 demjimêran de tenê 20 ji sedî ji avahiyê vekolan.

Hêjayî gotinê ye rûdan doh şemiyê bû. di destypêkê de desthilatdaran got wan tenê 9 term dîtin û 25 jî bawerbû ku winda ne.

Avahî ji du qatan bû, qatê jor bi ser yê jêr de ket û ew jî bi ser amadeyên ahengê de hilweşiya.

XS
SM
MD
LG