Lînkên eksesibilîtî

Almaniya Hişyariya Reaksiyonan Derbarê Tawana Penaberê Efganî Dide


Ajansa Reuters roja Duşemê ji Berlin ragihand ku, hikûmeta Almanî hişyariyê dide da ku, tawankariya xûrtê ji Efganistanê yê penaber weke destkeftekê siaysî nehêt bikaranîn.

Xûrtekê Efganî yê 17 salî keçek Alman ya 19 salî ku, xwendkara Zanîngehê bû ji aliyê penaberek Efganî ve destdirêjîya seksî liser hatiye kirin û paşî hatiye kuştin.

Hikûmeta Alman ditirse ev bûyer bibe sedema aligiryek zêde ya gropên li dij penaberan li Almaniya bi taybet partiya bi navê (Alternatîvek jibo Almaniya).

Piştî ji Miliyonek zêdetir penaber di sala 2015an de li Almaniya hatîn wergirtin, aligirya vê partiya nejadperst zêdetir bûye.

Roja Îna borî polîsê Alman xûrtekê xwendekar yê Efganî yê ku sala 2015an li gel pêlên penaberan hatbû Almaniya, bi tawana kuştina keça Alman ya xwendkara zanîngehê ya 19 salî hatiye girtin, piştî lêkolînên polîsan derketiye ku keça xwendkar ji aliyê penaberê Efganî ve hatiye tecawizkirin û paşî hatiye kuştin, li gûr têsta DNA ya penaberê Efganî derketiye ku heman kese yê ku ew tawana kuştin û destdirêja ser keça Alman encam dayî.

Peyvdarê hihûmeta Alman Steffen Seibert di malpera xwe ya Facebookê de nivêsandiye "divê ew kesê Efganî yê ku ew tawana mezin encam dayî, bi sizayên herî giran li gûr yasa Almanî bihê sizadan"

XS
SM
MD
LG