Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqê Rojavayê Mûsil Bombebaran Dikin Û Şerê li Dij DAIŞê Tundtir Dikin


Xwecihên bajarê Mûsil ji ajansa Reuters re dan xûyakirin ku, hêzên Îraqê roja Duşemê bi hevkariya hevpeymanan aliyê rojavayê Mûsil bombebaran dikin û eniyek nû ya şerê li dij DAIŞê didin vekirin.

Hêzên polîsên Fedral ku, bingehê wan çend kîlometran dûrî beşa rojavayê bajarê Mûsilê ye liser ava rûbarê Dîcle dibêjin armanca wan ew ber bi Firîngeha Mûsil ve biçin û wê rizgar bikin, ya ku, dikeve beşa rojavayê Mûsil.

Fermandarên leşkerê Îraqê piştî destpêkirina 7 heftiyan ji rizgarkirina Mûsil dibêjin, ew dixwazin îcar eniyek nû li bajarê Mûsil li dij çend hezar çekdarên DAIŞê yên di bajar de mayin bidin vekirin.

Weke fermandarên leşkerî dibêjin armanca wan ji vekirina eniyek nû ewe da ku, givaştinên liser herêmên şer li beşa rojhailatê Mûsil kêmtir bikin, çekdarên DAIŞ bi riya xwekuj û segvanên ser avahiyan rê li hember pêşketinên leşkerê Îraqê digirin.

Xwecihên bajarê Mûsil bi riya telefonan dane zanîn ku bomberanek bihêz li ser taxên rojavayê Mûsil tê berdewam kirin.

Wek tê zanîn nêzîkî 100 hezar leşkerên Îraqî, hêzên Pêşmergan, Heşda Şaabî û çekdarên herêmî, herweha bi hevkariya koalisyona navnetewî ya şerê li dij DAIŞê li roja 17 Îlona borî dest bi operasiyonên rizgarkirina Mûsil kir bûn, heta niha gelek herêm ji destên DAIŞê hatine deranîn.

XS
SM
MD
LG