Rêkxistîya çavdirîya mafên mirovan ya Sûrî ji London dibêje, di êrîşên asmanî biser deverên kontrola serhildayên Sûrî bikêmîve 73 kes û jiwana 38 kes li bajarê Moaret el-Noman doh Yekşemê hatine koştinê.
Balafirên Rûsya digel balafir û Helikopterên leşkerê Sûrî êrîşên qaym bo dema mehekê dijî bingehên serhildayan li Idlibê û Helebê dikin.
Çavdirêya mafên mirovan dibêje dinav sercem koştiyan li bajarê Moaret el-Noman Pênc zarok dinavda bûn û herwesa Şeş ji yek malbatê hatine koştin.
Di wan êrîşanda bombên bermil û çend corên din yên bombên giran hatine bikar anin.
Rûsya dibêje, êrîşên wan yîn asmanî ko li meha 9 sala 2015 destpêkirî bimerema rêgirtîna komelên tûndrêye weko Fetih el-Şam û Daêşê ye deverên berfirehtir kontiron nekin.