Lînkên eksesibilîtî

Obama Gotara Xwe Ya Dawî li Dor Ewlekariya Niştimanî Pêşkêş Dike


Serokê Amerîka Barak Obama îro li bingeha esmanî ya MacDill a wîlayeta Florîda gotara xwe ya dawî li dor ewlekariya niştimanî pêşkêş kir.

Di axaftina xwe de Obama behsa gelek babetên girêdayê pîvanên ewlekariya Amerîka û şerê terorîsmê kir, ji êrîşên terorîst ên navxweyî ta yên derve ku aramiya Amerîka dixin nav metirsiyê.

Obama ragihand ku rêveberiya wî terorîst li gelek cihan kirin armanc û got niha “afrandin diyar dikin nîva hêza Daiş hatiye qutkirin.”

Lê wî bal kişand ser pêwîstiya ku Kongress jî gavên rijdî di vê derbarê de bavêje, ne tenê ew wek serok.

Obama pesna dîplomasiya xwe ya derve da û got wê rê vekir li pêş bendkirina programa navokî ya Îranê û derxistina çekên kîmawî ji Sûriyê ku ew dikevin xismeta ewlekariya Amerîka , li gor Obama.

wî careka din di axaftina xwe de dupat kir ku gurûpên terorîst niwêneratiya ayîna Îslamê nakin û got:

“Em şerê idîayên terorîstan yên ku dibêjin ew ji bo Îslamê şer dikine dikin.”

Obama baweriya xwe bi hêzên Amerîkî anî ziman û ji wan re got”em pala xwe didin ser we, we di cihê baweriyê de dibînin û sipasiya we dikin ji bo xizmetên we.“

Obama ku meha bê bi awakî fermî serokatiya Amerîka dispêre Donald Trump, got:

“Em Hêza herî xurt in li cîhanê û dive em wiha bimînin.“

Tê zanîn, Obama di 8 salên serokatiya xwe de jimarên hêzên Amerîka li Îraq û Afghanistanê ji 180 hezar leşker kêm kir bo 15 hezarî.

XS
SM
MD
LG