Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvan û Serhildêrên Helebê Dibêjin Êrîşên Hikûmetê Hîn Berdewamin


Rûsya got artêşa Sûrî derengî pêncşemê operasyonên leşkerî li bajarê Helebê ragirtin da rê bidin derketina sivîlan ji navçeyên dorpêçkirî li rojhilata bajêr ku di bin destê serhildêran de ye.

Lê rûniştvan û serhildêran ragihandin ku bumbekirin û topbaran hîn dibin li dijî şûnên serhildêran.

Wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov, piştî axaftina li gel wezîrê derve yê Amerîka John Kerry, li Almanya got dê şarezayên leşkerî û diplomat roja şemiyê li Cinêvê kom bibin ji bo berferehiyên derketina serhildêran ji taxên rojhilata Helebêm li gel sivîlên ku amadebûn ji wan taxan dekevin.

Lavrov got artêşa Sûrî kiryarên leşkerî rawestandin da bihêlin derdora 8 hezar ji wan navçeyan derkevin, lê çalakvanên opozisyonên ev idîa red kirin û gotin êrîşên hikûmetê hîn berdewamin.

Li Washington, peyvdara wezareta derve Elizabeth Trudeau got Amerîka dixwest tundûtijî li Helebê kêmbibe da alîkariyên mirovahî derbasî wan navçeyan bin û xelkê ku naxwazin ji malên xwe derkevin, li wir bimînin.

Wê got axaftinên Kerry û Lavrov berdewambûn li dor misogerkirina agirbestekê û derketina aram ji bo wan kesên ku dixwazin derkevin.

XS
SM
MD
LG