Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sala Nû Rêberekî Nû li NY Cîh Digire


Sekreterê giştî yê nû yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres posta herî bilnd ya diplomata Navnetewî wergirt piştî gera sekreterê berê Ban Ki-moon bidawî hatî.

Guterres serokwezîrê berê yê Portugual û komisyonerê berê yê ajansa penabean ya NY bû.

Di gotarekê de, li NY Guterres got , pirsa alikarîya milyonan penaberan li deverên şer li cîhanê ew dilgiran kirye.

Guterres dîsan got, sivîl her roj tên kuştin û birîndar kirin, bi zor ji malên wan tên derkirin, tên birsî hiştin û rêgirî li hember gihandina alikarîyan tê kirin, wê daxwaz kir ku, biryara aştîyê li pêşiya her biryarek din be.

Guterres soz da karî digel serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump bike, ewê nigeranîya xwe liser karê NY diyar kirî û peyman dyî hevkariyê li digel rêveberîya Trump bike, da ku bikarin derbarê çareseriya aloziyên li cîhanê di hevkar bin.

li aliyekê din sekerterê Netewên Yekbûyî yê berê Ban Ki-moon di axiftina xatirxwaziyê de got, ew serbinde bi wan karên ku di dema 10 salên borî pêkhatîn, dema ku ew sekerterê giştî yê Netewên Yekgirtî bû.

XS
SM
MD
LG