Lînkên eksesibilîtî

Şiyar Îsa: Şerê Sûriye Di Sala 2017'an De Bidawî Nabe


Ji destpêka sala 2017'an de qeyrana sûriye li ser riwê rûdawên cîhanê ye bo çareserkirina şerê wê ya navxweyî û kêşeya penaberên wê bi taybetî piştî peymana dawî ya agirbestiyê ji aliyê Tirkiye û Rûsiya ve. Gelo hewildanên navnetewî wê karibin qeyrana Sûriye di slala 2017'an de çareser bikin yan na?

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi şarezayê civaka sivîl Şiyar Îsa re kir, ku nerîn û xwendina xwe ji rewşa heyî re li Sûriye têde parve kir.

Birêz Şiyar dibêje:" Ez bawer nakim ku di sala 2017'an de, wê qeyrana Sûrî bê çareserkirin, ji ber ew gelekî mezin û tevlihev bûye."

Herwiha jî birêz Îsa li ser rewşa kurdî li Sûriye got, ku ta nuha Kurdan tu destkeftiyên siyasî bi destnexistine û ew tişt metirsînê li pêşeroja siyasî ya Kurdan di Sûriye de çêdike.

XS
SM
MD
LG