Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Pizîşkên Bê Sînor Xwarinê Digihîne Penaberên Nîcîrya


Rêxistina Pizîşkên Bê Sînor dibêje wê xwarin daye 26 hezar malbatên ku bûne penaber ji ber tundrewên Îslamî yên Boko Heram li bakurê rojhilata Nîcîrya.

Rêxistin evê gavê davêje ji derveyê rola xwe ya tenduristî wek hewildan ji bo parastina zarokê bêhtir ji mirinê.

Daxuyaniyeka wan îro şemiyê got xelkê bi awakî tund pêwîstî bi xwarinê heye û rêxistinên din çi gavan navêjin.

Ajansên Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên taybet ên xêrxwazî li gel ajansên hikûmetê yên ku li bajarê Maiduguri kar dikin, rastî vekolînan dibin li dor gendeliyê di belavkirina xwarinê de.

Jimara penaberan hema duser bûye li Maiduguri yê ku bingeha Boko Heram û jimara xelkê wê 2.5 milyon e.

Meha Borî neteweyên Yekgirtî daxwaza milyarek dolar kir ji bo xerabtirîn kirîza Afrîqya ku 5.1 milyon penaber li Nîcîrya rastî birçîbûnê dibin.

XS
SM
MD
LG