Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de li Îsraîl 4 Serbaz Têne Kuştin


Polîsê Îsraîl dibêje kemyonekê îro yekşemê êrîşî gurûpeke serbazan kir li Orşelîm û 5 serbaz kuştin ku hemî di salên xwe yê 20an de ne.

Berpirs dibêjin 15 serbaz birîndar bûn di êrîşê de, di nav wan de du kes di rewşeke tenduristî ya xerab de ne.

Peyvdarekî polîs got serbaz nû ji basê daketibûn dema ku êrîş pêk hat.

Raporteka raduyo ya Îsraîl got termên kuştiyan li ser rê belav bûbûn.

Berpirsên Îsraîl dibêjin êrîş renge kiryareke terorîst be.

Desthilatdar dibêjin wan şifêrê kemyonê dan alîkî, bêyî ku çi agahiyên berferh ragihînin.

XS
SM
MD
LG