Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomat: Hêzên Mezin Şandina Yoranyom a Xweristî bo Îranê Erê Dikin


Du dîplomatên mezin dibêjin şeş hêzên mezin ên cîhanê yên rekeftina navokî ya Îranê guftûgo kirî, erê kirin li dor şandina barekî mezin ji Yoranyoma xweristî bo Îranê, piştî ku Tehranê bi tonan ava giran ji welêt derxist.

Diplomatên ku nexwestin navên xwe diyar bikin dibêjin li gor rêkeftinê pêşbîne nêzîkî 130 ton Yoranyoma xweristî ji Rûsya bête şandin bo Îranê.

Yoranyom dikare bête pêşxistin ji asta fiyola rîyaktorên navokî bo asta dursitkirina bumbeya otomî.

Îran dibêje wê çi berjewendî ji wan çekan nîne û çavlirêye evî barê Yoranyom li gor pîvanên rêkeftinê di pêdiviyên aştiyane de bikar bîne.

Ava giran tê bikaranîn di sarkirina riyaktoran de ku dikare Plotonyom çê ke, wek Yoranyom a pêşketî, û di çekên navokî de bête bikaranînin.

XS
SM
MD
LG