Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Amerîka Barack Obama Axaftina Xwe ya Xatirxwestinê Pêşkêş Dike


Barack Obama
Barack Obama

Di demekê de ku 8 salên wî yên serokatiyê digihin rojên xwe yên dawiyê, serokê Amerîka Barack Obama îro li bajarê Chicago axaftina xwe ya xatirxwestinê pêşkêşî xelkê Amerîka kir.


Serok demjimêr 9ê êvarê bi dema rojhilata Amerîka, piştî pêşkêşkirina sirûda niştimanî ya Amerîka, bi coşeka mezin ji aliyê jimareka berbiçav a berpirs, kesayetî û welatiyên Amerîka ve hate pêşwazîkirin.


Wî di destpêka axaftina xwe de sipasiya amadeyan kir û got:
"Îşev ez dixwazim ji we re bêjim ku we, xelkê Amerîka bi hemî cûreyên xwe, hîşt ez bibim serokekî baş."


"Ev welatê gewre, ev azadiya ku damezrênerên welatê me ji bo me dabîn kirî, divê em jî bi awakî nirxdar bispêrin nifşê bê," wî got.


Di nêzîkî demjimêrekê de, Obama bal kişand ser gelek babetên girîng di jiyana xelkê Amerîkî de, wek kar, saxlemî, petwerde, ewlekarî, guhertina keşûhewayê, demukrasî û gelek babetên din.

Di derbarê şerê terorê de, Obama got:
"Di van 8 salên dawî de çi rêxistinên terorîst nikaribû êrîşî welatê me bikin... Em dê Daiş têk bibin."
Wî careka din dupat kir helwesta xwe li dor misilmanan û got wî nehîşt ciyawazî têkeve navbera wan û welatiyên din.
Li dor 8 salên xwe yê serokatiyê, Obama got wî gelek destkeftî qezenc kirin ku renge di destpêkê de kesî bawer nedikir, wek rêkeftina navokî û jinavbirina pîlankerê êrîşên New Yorkê.
Wî her wiha behsa pêşvebirina kertên kar û tenduristiyê kir û got:
"li gel wan tiştên me pêk anîn, em dizanin ku hîn ne bese ji bo xelkê Amerîka."

From left, Vice President Joe Biden, Jill Biden, first lady Michelle Obama and Malia Obama listen to President Barack Obama deliver his farewell address at McCormick Place in Chicago, Jan. 10, 2017.
From left, Vice President Joe Biden, Jill Biden, first lady Michelle Obama and Malia Obama listen to President Barack Obama deliver his farewell address at McCormick Place in Chicago, Jan. 10, 2017.


Axaftina wî ya dawî her wiha ronî da ser rola malbata wî û bi taybetî hevjîna wî Michelle Obama di koşka sipî de û got:
"We hîşt ez bi we serbilind bim."
Di dawiya axaftinê de, Barack Obama got:
"ji bo min rûmeteka mezin bû ku ez bibim serokê we, ez serokatiyê bicîdihêlim, lê eze li gel we bim wek welatiyekî ta dawiya rojên xwe."

Hêjayî gotinê ye, dîroka axaftinên xatixwestinê yên serokên Amerîka vedigere sala 1796an dema serokê yekem George Waşinton berî dawiya 8 salên xwe yên serokatiyê axaftina xwe ya xatirxwestinê nivîsand, tê de daxwaza parastina yekbûna wîlayetên Amerîka kir û gumanên xwe derbirîn li dor her kesê bixwaze dest ji yekîtiyê berde.

XS
SM
MD
LG