Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Di Tiwîtekê de Raportên li Ser Agahiyên Rûsî li Dor wî wek ‘Nûçeyên Sexte’ Binav Dike


Yekser piştî belavbûna hin agahiyan li ser medya ku dibêjin Rûsya hin agahiyên kesayetî û darayî yên lihevkirina di navbera wan û Trump de hene, serokê hilbijartî di tiwîteka xwe de ew wek “ Nûçeyên Sexte” anîn ziman.

Trump di Twîta xwe wiha nivîsî:

“Nûçeyên Sexte ne- bi temamî nîçîreka Siyasî ye!”.

Wî berê red kir ku Mosko çi bandor hebûn li ser hilbijartinan û ew berevaniya pêwendiyên nêzîk dike li gel Rûsya.

Raportan got hefteya borî serokên ajansên agahdariyê yên navxweyî ji Trump re gotin ku hin aliyên Rûsyî idîaa kirin wan agahî hene.

Trump roja Înê deqeka ji du rupelan a agahiyan û her wiha hin agahiyên nehênî wergirtin li dor destêwerdana Rûsya di hilbijartinên serokatiyê de, li gor raportên ku hatî belavkirin ji aliyê jêderên agahdar ve ku nexwestin navên xwe diyar bikin.

Agahî roja pêncşemê gihîştibûn ber destê serok Barack Obama.

Tilfizyona CNN, yekem dezgeha ku çîrok belavkirî, çi hûrbînî li dor wan agahiyan belav nekirin.

Raportên medya gotin hin rojnamevan û siyasetmedar ji sala borî ve haydar bûn li dor wan agahiyan.

XS
SM
MD
LG