Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş Êrîşeka Nû Dibe ser Bajarê Dêr el-Zorê li Sûriyê


Çalakvanên opozisyona Sûrî dibêjin çekdarên Dewleta Îslamî Daiş êrîşeka nû birin ser navçeyên bin destê hikûmetê li bajarê Dêr el-Zor yê rojhilata Sûriyê.

Wan îro şemiyê radigandin ku şerekî giran di navbera hêzên hikûmeta Sûrî û çekdarên Daiş de dibe li bajêr û derdora firokxaneyeka leşkerî ku hêzên hikûmetê kontrol dikin.

Tunrewên ku piraniya parêzgeha Dêr el-Zor kontrol dikin, ji sala 2014an ve, bajar di bin destê wan de ye.

Hêzên hikûmetê ku li wir dorpêçkirî mane, ew berxwe didin bi saya alîkariyên mirovahî û çekên ku ji esman ve bo wan tên avêtin.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje êrîşa îro şemiyê ew girantirîn êrîşe di salekê de.

Hinên din ragihandin ku dengên bilind hatin bihîstin di encama teqînan de li bajêr û firokên Sûrî tevlî şer bûbûn.

XS
SM
MD
LG