Hêzên Sûriya Demokrat li Minbicê ragîhandin ku hêza Tirkiye berdewamiya topbarankirina bengehên wan yê berevaniyê li Minbic û gundewarên wê dike.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Komas Şehbazî re kir, di derbarî van êrîşan de û karvedana wê li ser HSD û şerê dijî DAIŞê li Bakurê Sûriye.
Birêz Komas dibêje: "Tirkiye li dijî projeya damezrandina herêmeke fedral li bakurê Sûriye, ji ber wê ew êrîşî HSD dike û dixwaze hêza wê lawaz bike di şerê li dijî DAIŞê de."
Hewiha jî Komas anî ziman, ku ne bi tenê Tirkiye li dijî kurdên sûriye kar dike, lê belê Îran û çend welatên din jî xebatên xwe dikin, da ku tu desthilateke kurdî li bakurê Sûriye neyê avakirin.