Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Cezayên dijî Rûsya Dê Bimînin lê Renge Ne bo Demeke Dirêj


Donald Trump
Donald Trump

Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump dibêje ew dê cezayên dijî Rûsya yên ku ji aliyê rêveberiya Obama ve hatî sepandin bihêle, lê hîştina wan renge bo demeke kurt be.

Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Wall Street ku derengî roja înê li ser malpera wan hate belavkirin de, Trump got ew dê cezayan bihêle” bi kêmanî bo demekê” lê renge wan rake, eger Rûsya alîkar be di şerê terorê de û her wiha di hin armancên din de, ku girîngin bo Amerîka.

Wî got:

“Eger me bi hevre da û stand û eger Rûsya bi rastî alîkariya me bike, dê çawa yek cezayan bide ser kesekî ku tiştên baş bike.”

Dema ew posta serokatiyê bi awakî fermî wergire, Trump got ew dê amade be li gel serokê Rûsya Vladimir Putin kom bibe.

Di pêvajoyeka din a vê derbarê de, raporteka rojnameya Waşinton Post dibêje Rûsya vexwendin şandiye ji rêveberiya Trump re ji bo beşdarbûna di afaxtinên aştiyê de li dor Sûriyê, ku dê li paytexta Kazaxistanê Astana bibin.

XS
SM
MD
LG