Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmûd Ebbas: Veguhestina Balyozxaneya Amerîka li Îsraîlê Dê Ziyanê Bigihîne Aştiyê


Serokê Filestînî Mehmûd Ebbas îro şemiyê rewşa rojhilata Navîn li gel Papayê Vatikan guftûgo kir û got dê proseya aştiyê rastî ziyanê bê eger serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump balyozxaneya Amerîka li Îsraîl veguhêze bo Orşelîm, ango Qudis.

Ebbas li Vatîkanê piştî axaftina xwe ya 25 kêlîlkan li gel Pope, ji peyamnêran re got:

"Em çavlirê ne ka dê bibe an na. eger bibe, ew dê nebe alîkar ji bo piroseya aştiyê û em hêvîdarin nebe.”

Ew li Roma bû ji bo vekirina balyozeka nû ya dewletaq Filestîne li Vatîkanê.

Tê zanîn, Trump soz daye ku balyozxaneya Amerîka li Îsraîlê ji Til Ebîb veguhêze bo Orşelîm, û ev jî renge siyaseta Amerîka ya dehsalan serobinî bike.

Îsraîl û Filestînê, ku her daxwaza dewleta xwe ya serbixwe dikin herdû jî Orşelîm wek paytexa xwe didin nasîn. Rêvebiriyên berê yên Amerîka dibêjin rewşa bajêr divê bête guftûgokirin.

Vatîkan ku balyozxaneya wê li Jaffa ye û piştgiriya çareya du dewletan dike, bi salane pênasînê bi dewleta Filestînê dike û di sala 2015an de bi awakî fermî û bi riya îmzekirina rêkeftinekê li gel Filestîn ev pênasîn ragihand.

XS
SM
MD
LG