Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandarekî Îraqî: Zanîngeha Mûsil Bi Tevayî Hate Rizgarkirin


Peyvdarekî leşkerê Îraqê dibêje hêzên hikûmetê bi temamî hawîrdora berfereh a zanîngeha Mûsilê rizgarkirin, di gaveka berbiçav a operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ji bin destên Daiş.

Peyvdarê komandariya leşkerî ya hevbeş General Yahya Rasool, îro yekşemê ragihand ku sûra zanîngehê niha bi temamî di bin kontrola hêzên taybet de ye, ku bi awakî fermî bi navê hêzên dijî terorê tên nasîn, û wan ala Îraqê li ser avahiyên zanîngehê hildan.

Hêzên Îraqî roja înê derbasî zanîngehê bûn û karîbûn piştî rojekê ji berxwedana çekdarên Daiş nîva wê paqij bikin.

Daiş bi belavkirina avêtina topên Hawn û belavkirina sekvanan hewil dida pêşketina hêzên Îraqî rawestînin.

Pêşketina îro yekşemê ew pêşketinên dawî ne di zincîre destkeftên hêzên Îraqî de li Mûsilê bi piştgiriya koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka.

XS
SM
MD
LG