Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Rêkeftina Navokî Dê Careke Din Nehête Guftûgokirin


Abbas Araghchi
Abbas Araghchi

Cîgirê wezîrê derve yê Îranê dibêje rêkeftina navokî ya di navbera komara Îslamî û hêzên cîhanî de “dê careke din nehête guftûgokirin”.

Di konferanseke rojnamevanî de îro yekşemê ku salvegra yekem a pêkhatina rêkeftinê ye, Abbas Araghchi ji peyamnêran re got:

“Rêveberiya nû ya Amerîka nikare dest ji rêkeftinê berde. “

Axaftinên cîgirê wezîr tên berî çend roja ji destpêkirina fermî ya serokatiya serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump yê ku di hilmeta xwe ya hilbijartinan de rexne li rêkeftinê kirin û soz da careke din guftûgoyan li dor wê bike.

Trump ji wê deme ve hîn çi pilan di vê derbarê de diyar nekirine.

Araghchi huşdariyên berê yên serkirdeyê Îranê Ayatollah Ali Khamenei dubare kirin, ku gotibû:

“Eger ew rêkeftinê biçirînin, emê wê bişewitînin.”

XS
SM
MD
LG