Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Kurdên Îranê 10 Rojin li Mêrdînê Girtî ne


Jiyar Cihanferd
Jiyar Cihanferd

Nivîskarê Kurd Jiyar Cihanferd ku ji Kîrmanşaha Îranê ye, ligel xwendekar Hassan Balada li bajarê Mêrdînê nêzî 10 rojane ji aliye polîsan ve hatine desteserkirin.

Jiyar Cihanferd li ser Kurdên Kelhûr û Yaresan kitêb çap kirine. Jibo çapkirina kitêbek nû hatiye bajarê Amedê û piştre dema ku bi hevalê xwe re li bajarê Mêrdînê li kafeyek bûye hatiye destesrkirin.

Hasan Balada jî ji Kirmanşahê ye û ew jî ji bo ku li ser zimanê Kurdî li zankoya Mêrdînê serî li xwendina bilind bixe hatiye.

Xwendekarekî Mastira Bilind ku hevalê Hasane, ji Dengê Amerîka re behsa desteserkirina hevalê xwe dike.

Jiyar
Jiyar

Ew dibêje Jiyar û Hasan digel du hevalên xwe yên bakûrî dema ali kafeye bûne hatine girtin. 4 rojan hevdîtina parêzaran jî qedexe bûye. Piştî 4 rojan evuqat diçe dîtina wan û hatiye gotin dibe ku bi giştî heta 30 rojan desterekiri bimînin. Lê tu sucek ku ew werin bên desteserkirin tuneye. Hemî xebatê wan li ser zimanê Kurdî ye."

XS
SM
MD
LG