Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Îraqê Pêşveçûnan li Rojhelata Mosîlê Dike


Hêzên taybetên Îraqê şerekî qayim digel çekdarên Daişê li aliyê Rojhelata Mosîlê dike û Îro Duûemê kontrol kirina 2 taxan ragehand.

Qomandarekî leşkerê Îraqê dibêje, pêşveçûnên mezin li devera zaningeha Mosîlê têne kirin ko eve pêngaveka mezine bo kontirol kirina tevaya bajarî.

General Ebdul-Xenî el Saidî rêberê hêza dije terora Îraqê dibêj, leşkerê Îraqê niha ber bi taxên Şûrte û Endelus diçe ko ev taxên dawiyê ne li Rojhelata bajarê Mosîlê. Xelkê Endelus gotin, çekdarên Daişê jiberî demeka kort ji êrîşa leşkerê Îraqê, çekdarên Daişê derkeftin.

Herwesa General el-Saidî got, serkeftinên vê dawîyê îrada çekdarên Daişê şikand.

Komela çekdarên Daişê 6 otombîlên bomb kirî bikar anin da pêşveçûnên hêzên Îraqê asteng bike. Yek ji otomîlên bomb kirî karî xew bi karwaneka leşkerê Îraqê ve biteqine û bikêmîve yek Humvee peqî.

Tilfizyona Îraqê zindî wêneyên şer belav kirin.

Rojava bajarê Mosîl ko aliyî pir kevnare wê azad kirina wê pir zehmetir be jiber hijmara mezina sivîlan ko Netewên Yekgirtî dibêje, pitir ji 700,000 kes hêşta liwir dijîn.

XS
SM
MD
LG