Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşeka Esmanî Li Nigeria bi Şaşî Bêhtirî 50 Sivîlan Dikuje


Nigeria, Rann
Nigeria, Rann

Êrîşeka Esmanî ya leşkerên Nigeria doh sêşemê bêhtirî 50 Kesên Sivîl kuştin di rûdanekê de ku berpirs dibêjin ew bi şaşî bûye di dema operasyonekê de li dijî gurûpa çekar Boko Haram.

Leşkeran bi awakî seretayî gotin êrîşa esmanî li herêma Rann, li kampeka kesên bêşûnûwar xist, lê peyvdarê serokatiyê Femi Adesina ji Dengê Amerîka re got êrîşê li navçeyake sivîl xist.

Adesina got hin çekdarên Boko Haram li derdorê hebûn û leşkeran di operasyona dijî çekdaran de bi şaşî li sivîlan xistin.

Serok Muhammadu Buhari di daxuyaniyekê de ku li ser Twittera wî hat belavkirin de soza piştgiriya qurbaniyan da.

Wî got:

"Min bi xemgînî nûçeya bumbekirina sivîlan bihîst ku hêzên esmanî di şerê Boko Haram de bi şaşî li wan xist li Rann a wîlayeta Borno.”

Komîta navnetewî ya rêxistina Xaça Sor got 6 endamên wê yên Nigerî ew jî din av kesên kuştî de bûn.

General Lucky Irabor, ku serkirdayetiya operasyona dijî Boko Heram dike, got ew cih wek cihê terorîstan ji hêzên esmanî re hatibûn dayîn.

XS
SM
MD
LG